4 hezar û 500 malbatên koçber gihaştin Cizîrê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê rewşa 4 hezar û 500 malbatên bi darê zorê ji kantona Efrîn û Şehba gihaştine kantona Cizîrê şopand.

4 hezar û 500 malbatên koçber gihaştin Cizîrê
4 hezar û 500 malbatên koçber gihaştin Cizîrê
4 hezar û 500 malbatên koçber gihaştin Cizîrê
4 hezar û 500 malbatên koçber gihaştin Cizîrê
4 hezar û 500 malbatên koçber gihaştin Cizîrê
4 hezar û 500 malbatên koçber gihaştin Cizîrê
10 kanûn, 2024   16:34
HESEKÊ

Vê sibehê şandeyeke ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê serdana navendên li Hesekê ku tê de koçberên Efrînê hene, kir.

Şande ji hevserokên Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê Hesen Şero û Vîvyan Beho, hevserokên Meclisa Gelan a Demokratîk Hikmet Hebîb û Arya Mela Ehmed, şêwirmend Şehnaz Şerîf û hevserokê Daîreya Ragihandinê Hogir Necar pêk hat.

Şandeyê serdana avahiya Panorama, navendên din ên ku koçber lê belav bûne kir. Şandeyê diyar kir ku ew ê her tiştî pêşkêş bikin ku êşên koçberan sivik bikin.

Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk Arya Mela Ehmed got bûyerên lez ên li Sûriyeyê bandor li leza dabînkirina pêdiviyên koçberan kir.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Karkeran a kantona Cizîrê Zehra Semo got heta niha 4 hezar û 500 malbatên koçberan gihaştine kantonê û li 23 navendên demkî hatine bicihkirin.

Her wiha zêdetirî 100 hezar koçber ji kantona Efrîn û Şehba, Heleb û gundewarên Hemayê gihaştin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

(fr)

ANHA