4 çeteyên Heyet Tehrîr El Şam hatin kuştin

Balafireke bêmirov a komên milîsên Îranê rojhilatê Idlibê bombebaran kir. Di encamê de 4 çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

4 çeteyên Heyet Tehrîr El Şam hatin kuştin
31 ÇILE, 2024   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) balafireke bêmirov û xwekuj a komên milîsên Îranê, erebeyek li rojhilatê Idlibê bombebaran kir. Di encamê de 4 çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

SOHR`ê diyar kir ku erebe leşkerî bû û di navbera bajarokên Teftenaz û Meret Nasan ê li rojhilatê Idlibê de bû.

(şx)