33 partî û tevgerên siyasî êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

33 partî û tevgerên siyasî bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên hewayî yên dewlet Tirk a dagirker şermezar kirin.

33 partî û tevgerên siyasî êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
25 kanûn, 2023   14:34
QAMIŞLO

Nûnerên 33 partî û rêxistinên siyasî li taxa Meheta ya Qamişloyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin ba hev. Dema nûnera Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê Heyfa Mehmûd daxuyanî dixwend, balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker li nêzî cihê dayîna daxuyaniyê gelek dever bombebaran kirin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker 23’yê Kanûnê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binesaziyê enerjiyê, navendên petrol û ceyranê bombebaran kirin.

Partiyan bi tundî êriş şermezar kirin û got armanc ji van êrişan têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmê ye.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewamkirina êrişên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşê aloztir dike û ewlehî û îstiqrara herêmê dixe metirsiyê. Hate gotin: "Dewleta Tirk beşên mezin ên bakurê Sûriyeyê dagir kirine, armanc dike îradeya gelê Sûriyeyê ya dixwaza serdesteiya xwe vegerîne û li hemberî despotiya navendî demokrasiya aştiyane pêk bîne, bişikîne. Tirkiye faktora sereke ya binkeftina tevgera gelê Sûriyeyê ya azadî û demokrasiyê ye.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e, bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin û wiha hat gotin: "Dewleta Tirk bi taybetî li dijî gelê Kurd, sûcên şer û qirkirinê li dijî niştecihên resen pêk tîne, wan koçber dike, demografiya herêmê diguherîne û alîgirên xwe yên xwedî îdeolojiya tundaw a AKP’ê li malên wan bi cih dike. Her wiha sûdê ji rewşa li Rojhilata Navîn digire û li ber çav û guhê civata navneteweyî projeyên xwe yên mêtingeriyê dimeşîne."

Partî û rêxistinên siyasî di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî kir ku li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk helwesteke zelal bide. Partî û rêxistinan piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman û hişyarî da civaka navneteweyî ku ev êriş bidin sedema vegera xetereya DAIŞ’ê li Sûriyeyê û ewlehî û îstiqrara navneteweyî bixin metirsiyê.

Bang li Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê jî hat kirin ku siyasetên dewleta Tirk a dagirker li ber çavan bigirin û hişyarî da ku ev êriş ked û fedakariyên ku di şerê li dijî terorê de hatine dayîn, pûç bike.

Partî û rêxistinên siyasî her wiha welatên Ereban kir ku rola xwe der bare Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi cih bûne, piştgiriyê bide hêzên wê yên siyasî yên demokratîk û hate gotin: "Ev hêz bingeha sereke ya çareseriya siyasî ya demokratîk e, ji ber xwedî projeyeke nîştimanî ya çareserî û bidawîkirina dagirkeriyê û vegerandina silametî û serdesteiya Sûriyeyê ne."

Partî û rêxistinên ku daxuyanî dane ev in:

1- Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

2- Partiya Kesk a Demokratîk

3- Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

4- Partiya Lîberal a Kurdistanê

5- Partiya Komunist a Kurdistanê

6- Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyeyê

7- Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S)

8- Partiya Çep a Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê

9- Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê

10- Partiya Sûriyeya Pêşerojê

11- Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistsanê

12- Partiya Nûjen a Kurdistanê

13- Yekitiya Kedkaran a Kurdistanê

14- Desteya Nîştimanî ya Erebî

15- Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê

16- Partiya Rêkeftin a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

17- Partiya Çaksaziyê-Sûriyeyê

18- Partiya Asûrî ya Demokratîk

19- Partiya Biratî ya Kurdistanê

20- Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

21- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

22- Kongra Star

23- Partiya Muhafazekaran

24- Partiya Têkoşîna Azad

25- Partiya Pêşerojê ya Kurdistanê

26- Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê

27- Heyet Tensîq El Weteniya-Hereket El Texyîr El Demoqratî

28- Partiya Yekitiya Suryan

29- Partiya Kombûna Neteweyî ya Kurdistanê

30- Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî)

31- Partiya Yektiya Demokratîk a Kurd li Sûryeyê (Yekitî)

32- Şepêla Çepgir a Şoreşger li Sûriyeyê

33- Partiya Sûriyana.

(bb)

ANHA