Di êrişan dagirkeran de 6 şehîd 9 birîndar hene-HATE NÛKIRIN

Di bombebaranên dewleta Tirk a dagirker de li gorî agahiyên destpêkê 6 kes şehîd bûn, 9 kes jî birîndar bûn.

Di êrişan dagirkeran de 6 şehîd 9 birîndar hene-HATE NÛKIRIN
25 kanûn, 2023   14:50
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker îro (25’ê Kanûn 2023) gelek navendên xizmetê yên li bajarê Qamişlo bombebaran kirin. Di bombebaran de ziyanek mezin a madî çêbû, karkerên li van navendan şehîd û birîndar bûn.

Li gorî agahiyên çavkaniyên tenduristî, ewlekarî û Meclisa Malbatên Şehîdan di êrişan de 6  kes şehîd bûn û 9 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiya ku hîn nehatiye teyîtkirin, 4 kes di êrişa ser Çapxaneya Sîmav de şehîd bûne.

ANHA