Li Siwêdayê xwepêşandana ji bo vegera ewle û serbestberdana revandiyan

Şêniyên bajarê Şehba yê Siwêdayê ku xwepêşandanek li dar xist, daxwaza vegera ewle ya li gundên xwe û serbestberdana revandiyan kir.

Li Siwêdayê xwepêşandana ji bo vegera ewle û serbestberdana revandiyan
4 cotmeh, 2025   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajarê Şehba yê bajarê Siwêdayê xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandêran nerazîbûn nîşanî ambargoya li ser herêmê da. Her wiha daxwaza mafên diyarkirina çarenûsê, vegera ewle ya li gundên xwe yên di bin kontrola hikumeta veguhêz de kir. 

Xwepêşandêran banga serbestberdana revandiyan kir û sûcên li dijî wan hatine kirin, şermezar kirin.

Xwepêşandêran ji Komîteya Navneteweyî ya Lêkolînê xwest binpêkirin û sûcên li Siwêdayê hatine kirin aşkera bikin, hesab ji berpirsên wan bixwazin.

(bb)