Serokê Meclisa Bilind a Dadgeriyê ya Iraqê li Sûriyeyê ye

Serokê Meclisa Bilind a Dadgeriyê ya Iraqê Fayeq Zêdan bi serdaneke fermî gihîşt Sûriyeyê.

Serokê Meclisa Bilind a Dadgeriyê ya Iraqê li Sûriyeyê ye
13 tebax, 2026   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Iraqê têkildarî serdana serokê Meclisa Bilind a Dadgeriyê ya Iraqê Fayeq Zêdan a ji bo Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, Fayeq Zêdan bi serdaneke fermî gihîştiye Sûriyeyê û ji aliyê wezîrê dadê yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Mezher Ebdulrehman Weys ve hatiye pêşwazîkirin.

Hat destnîşankirin ku biryar e Zêdan bi rayedarên sûriyeyî re dosyayên hevpar, bi taybet jî dosyaya girtiyên DAIŞ’ê yên ku veguhastine girtîgehên Iraqê, binirxîne.

Par bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyeyê veguhastibûn Iraqê û dadgeriya Iraqê dest bi dadgehkirina wan kiriye. Çeteyên biyanî piştî ku dosyayên wan werin zelalkirin, dê bişînin welatên wan.