303 roj e Silêman Ehmed ragirtî ye

Rojnamevan Silêman Ehmed 303 roj e ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin. Ehmed piştî 279 rojan hatibû dadgehkirin û 3 sal cezayê girtîgehê lê birîbûn.

303 roj e Silêman Ehmed ragirtî ye
22 tebax 2024   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêşxabûr re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karî hevdîtinê pê re bikin. Silêman Ehmed 303 roj e di girtîgeha PDK’ê de tê ragirtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast de got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansa me de wek edîtor dixebite.

Herî dawî di bin zextên rojnameger, sendîka û rêxistinên li ser asta herêmî û navneteweyî de, roja 22’yê Gulanê destûr hat dayîn ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Dihokê hevdîtinê pê re bikin.

Di 29’ê Tîrmehê de Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birî.

Têkildarî madeya ku Silêman Ehmed pê tê darizandin, parêzerê wî Beşdar Hesen wiha gotibû: “Ew madeya ku muwekîlê me Silêman Ehmed pê tê darizandin, madeya yek a yasaya hejmar 21’an a sala 2003’yan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye ku taybet e bi têkdana ewlekariya Herêma Kurdistanê.”