3 şehîd hatin oxirkirin, 2 şehîd jî hatin bi bîranîn
Li Pakrewangeha Şehîd Dicleyê 3 şehîd bi merasîmekê hatin oxirkirin û 2 şehîd hatin bibîranîn.
Şervanên Hêzên Komandos ên QSD’ê Xebat (Ehmed Salih) û Diyar Efrîn (Elî Mişo) ku di 17`ê Nîsanê de li Bendava Tişrînê şehîd bûbûn û şervanê QSD’ê Şiyar Herekol (Hekîm Cezayêr) ê ku di berxwedana Minbicê de şehîd bû li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê ji aliyê sedan kesî ve hatin oxirkirin . Di merasîmê de şervanê QSD’ê Ferhad Kobanê (Ferhad Ebdî) ê ku 18`ê Nîsanê li Qamişloyê şehîd bûbû û gerîlayê HPG`ê Çiyager Dîcle (Îbrahîm Miho) ê 22`ê Tîrmahê li Zapê şehîd bûbû, hatin bibîranîn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Dunya Mihemed axivî û diyar kir ku ew bi saya şehîdên xwe li vir in û got:" Şervanên ku em îro wan oxir dikin, li dijî hovîtiya dagirkeran a li ser ax û gelê xwe cihê xwe di çeperên pêşîn ên berxwedanê de girtin û di rêya parastina welatê xwe de canê xwe feda kirin. Em sozê didin ku em ê heta dawiyê xwedî li nirxên şehîdan derkevin."
Endamê Rêveberiya Meclisa Leşkerî ya Kantona Firatê Mihemed Oso jî anî ziman ku ew meclisa leşkerî teqez ew ê li ser xeta şehîdan têkoşîna azadiyê bidomînin. Her wiha diyar kir dê bi rihê hevgirtina tevahî gelan li hemberî dewleta Tirk bisekinin û serkeftinê mîsoger bikin.
Mihemed Oso got, dê heya dawiyê xwedî li şehîdên xwe derbikevin.
Birayê şehîd Şiyar Herekol, Deham Cezayêr axivî û got, "Ger yek jî ji me mabe em ê rêya şehîdên xwe bişopînin û teqez bi ser bikevin Em weke malbata şehîd bavê min şehîd e, birayê min şehîd e û îro jî birayê min ê din jî şehd bû, ger ji me bê xwestin em ê hîna şehîdan bidin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê rêya wan bişopînin."
Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girse cenazeyên şehîd Xebat (Ehmed Salih), Diyar Efrîn (Elî Mişo) û Şiyar Herekol (Hekîm Cezayêr) spartin axê.
Piştî merasîm bi dawî bû, gel ber xwe dan konê sersaxiyê yên şehîdan.
(sş/bb)
ANHA