Roja sêyemîn a operasyona li Holê: 4 çete hatin giritn
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di roja sêyemîn a operasyona li kampa Holê de 4 çete hatin girtin û hin çek hatin desteserkirin.

Li kampa Holê û derdora wê operasyona ewlekariyê ya ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ve ,li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê hatiye ragihandin di roja sêyemîn de ye. Operasyon bi desteka şervanên QSD û YPJ’ê dewam dike.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê roja sêyemîn a operasyonê de ev agahî parve kirin: "Operasyona ewlehiyê ya li kampa Holê ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê di roja xwe ya sêyemîn de didome. Di operasyonê 4 çete hatin girtin. Çeka klaşinkov, rextek û çend mermî jî hatin desteserkirin."
(bb)
ANHA