Li Xezayê di 24 saetan de 44 kes hatin kuştin
Hate zanîn ku di êrişên 24 saetên dawîn ên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 44 kes hatin kuştin û 145 kes birîndar bûne.

Medyayên filistînî îro ragihandin ku hejmara qurbaniyên êrişên Îsraîlê yên ji saetên barbanga îro ve bû 19.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê da zanîn di 24 setên dawîn de 44 kuştî û 145 birîndar anîn nexweşxaneyên Xezayê.
Parastina Sivîl a Filistînê aşkera kir li Xan Yûnisê avahiyek hat bombebarankirin û da zanîn ku lekîbên wê gelek birîndar rakirin, hinek ji wan giran e.
Parastina Sivîl da zanîn ku di êrişa li kampa Newasî ya Xan Yûnisê de cenazeyek û 4 birîndar hatin rakirin.
Li gorî wezaretê, li Xezayê ji êrişên 18’ê Adara îsal û şûnde ve hezar û 827 kes hatin kuştin. Ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve zêdetirî 51 hezar kes hatin kuştin û zêdetirî 116 hezar kes birîndar bûne.
(bb)