3 gundên Minbicê hatin topbarankirin

Gundên bakurê kantona Minbicê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve tên topbarankirin.

3 gundên Minbicê hatin topbarankirin
14 cotmeh, 2024   13:33
NAVNDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gundên bakurê kantonê topbaran dikin.

Li gorî daxuyanê, gundên Ewn Dadat, Hoşeriyê û Toxarê bi guleyên hawn û obîsan tên topbarankirin.

Agahiyên der barê zerarên topbaranê de nehatin dayîn.

(bb)

ANHA