3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Di êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî hêzên hikumeta Şamê yên li gundewarê Helebê û başûrê Idlibê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
12 ÇILE, 2024   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li eniya Mîznaz ê rojavayê Helebê endamekî hikumeta Şamê bi guleya sekvanekî çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên dewleta Tirk a dagirker hate kuştin. 

Şerên di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewletaTirk li bakur rojavayê Sûriyeyê berdewam in ku di encamê de birîndar û kuştî hene.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) duh ragihand ku di êrişa çeteyên Ceyş El Nasir li dijî navendên hikumeta Şamê yên li eniyên Fitatra yên çiyayê Zawiye li başûrê Idibê de hatin kuştin.

(şx)