3 Efrînî hatin revandin

Çeteyên ˋPolîsên Leşkerîˊ yên dewleta Tirk a dagirker 3 welatî ji Efrîna dagirkirî revandin.

3 Efrînî hatin revandin
9 mijdar, 2024   16:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyekî xwecihî ji Efrîna dagirkirî daxuyandiye, çeteyên ˋPolîsên Leşkerîˊ yên dewleta Tirk a dagirker 3 welatî revandin. 

Heman çavkanî aşkera kir ku çeteyan Welîd Keyalî û Idrîs Tirko yên ji bajarokê Meydankê yê bajarê Şera û Elî Bekir (45) ê ji bajarokê Badîna li nêzî firna li ser otostrada Helebê li taxa Eşrefiyê ya Efrîna dagirkirî revandin.

Çavkanî diyar kir ku çeteyan ew ber bi cihekî nediyar ve birin.

(fr)