WSJ: Şêwirmendan Trump hişyar kir ku şerê bi Îranê dibe ku heta hilbijartinan bidome

Li gorî rojnameya Wall Street Journal şêwirmendên Koşka Spî bi awayekî veşartî Trump hişyar kiriye ku îhtîmale şerê bi Îranê re heta bidawîkirina erka wî bidome.

WSJ: Şêwirmendan Trump hişyar kir ku şerê bi Îranê dibe ku heta hilbijartinan bidome
10 îlon, 2026   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Wall Street Journal da zanîn ku şêwirmendên Koşka Spî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku cîgirê serok JD Vance û wezîrê karên derve Marco Rubio di nav de ne, bi awayekî veşartî serokê DYA’yê Donald Trump têkildarî şerê bi Îranê re ku dibe ku heta bidawîkirina erka wî berdewam bike, hişyarî dan Trump.

Di rojnameyê de hat destnîşankirin ku şêwirmendan di dema nîqaşên girtî de ji Trump re gotiye ku dibe ku Îran li hember zextên DYA’yê li ber xwe bide, ev yek jî dihêle ku aloziya heyî heta piştî Kanûna 2029’an (roja erkdayîneke nû ya serokatiyê) bidome.

Hişyariyên ku di raporê de hatine dayîn û daxuyaniyên Trump ên girêdayî şer li hev nayên. Duh (9 Îlon) Trump got ew pêşbînî dike ku piştî hilbijartinên di Mijdarê de, şer bi dawî bibe, Îran hewl dide bandorê li dengdayînê bike, lê ew ê nekare demdirêj li ber xwe bide.

Trump destnîşan kir ku dan û standinên dîplomasî dimîne xaleke dibe ku bibe, lê ew nabe ya herî baş.

(sb)