25 Malbatên koçber gihîştin Til Birak

Şêniyên bajarê Til Birak ê kantona Cizîrê pêşwaziya Malbatên ku bi darê zorê ji kantona Efrîn û Şehbayê koçber bûne, kir.

 25 Malbatên koçber gihîştin Til Birak
 25 Malbatên koçber gihîştin Til Birak
 25 Malbatên koçber gihîştin Til Birak
 25 Malbatên koçber gihîştin Til Birak
 25 Malbatên koçber gihîştin Til Birak
 25 Malbatên koçber gihîştin Til Birak
 25 Malbatên koçber gihîştin Til Birak
5 kanûn, 2024   22:38
HESEKÊ

Di encama dagirkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ên li kantona Efrîn û Şehbayê koçber bi hezaran ker koçber bûne, ji wana 25 malbat gihîştin bajarê Til Birak ê kantona Cizîrê.

Koçber ji aliyê şêniyên bajêr û meclisa bajêr ve hatin pêşwazîkirin.

Malbat li Navenda Çand û Hunerê û xaniyên şêniyên bajêr hatin bicihkirin û pêdiviyên wan hatin peydakirin.

Welatiyê Til Birak Meleke El Ezab diyar kir ku dil û xaniyên şêniyên bajarê Til Birak ji xwişk û birayên wan ên koçber re vekirî ne û got: "Eşîrên Ereb ên herêmê amade ne pêdiviyên koçberan peyda bikin."

Her wiha diyar kir ku Meclisa bajarê Til Birak ji bo wergirtina hejmareke din a koçberan amade kirine.

(mh)