22 cenazeyên qurbaniyên Fermana Êzidiyan gihiştin Şengalê

Di dema fermanê de bi hezaran Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin û di gorên komî da hatibûn veşartin. Bi vekirina gorên komî re, hestiyên qurbaniyên fermanê ji bo tesbîtkirina nasnameyan şandibûn Tiba Edlî ya Bexda û Mûsilê.

22 cenazeyên qurbaniyên Fermana Êzidiyan gihiştin Şengalê
12 tebax, 2025   20:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Nasnameya 22 cangoriyan ku bi testa DNA’yê hatin tespîtkirin, îro cenazeyên wan anîn bîrgeha gundê Solax ê Şengalê. Di birgeha gundê Solax de bi hezaran kesan cangoriyên fermanê pêşwazî kirin.

Sîbe wê li bîrgeha gundê Solax merasimeke fermî bê lidarxistin û cenazeyên cangoriyan bidin malbatê wan û di goristanên cuda de  bên veşartin.