20 ciwanên Kurd û Ereb tevlî refên gerîla bûn

Komên ciwanên Kurd û Ereb ku ji 20 kesan pêk tê, tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûn.

20 ciwanên Kurd û Ereb tevlî refên gerîla bûn
20 ciwanên Kurd û Ereb tevlî refên gerîla bûn
20 ciwanên Kurd û Ereb tevlî refên gerîla bûn
20 hezîran 2024   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanên ku xwe gihandin çiyayên Kurdistanê, derbarê mijarê de bi Kurdî û Erebî daxuyanî da. 

Di daxuyaniyê hat bibîrxistin ku komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ketiye sala 26’an û tê xwestin di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de gel, jin û ciwan dîl bên girtin, her wiha jiyana bêyî Rêbertiyê bidin qebûlkirin. 

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Îmraliyê polîtîkaya qirkirinê her roj tê kûrkirin û hat got: “Nêzî 4 sal in tu xeber ji Rêber Apo nayê girtin. Jiyana Rêber Apo di xeteriyê de ye. Sîstema Îmraliyê sîstemeke ji bo tasfiyekirina kesên ku dibêjin em Kurd in, jin in, ciwan in, sosyalîst in, azadîxwaz in, demokrat in hatiye amadekirin. Rêbertiya me her roj, her saet û her kêlî li dijî vê pergala îşkenceyê ya li ser me, ciwan, jin û gelan li ber xwe dide û têdikoşe. Rêber Apo li Îmrali destana berxwedanê ya ku rûmeta mirovahiyê diparêze dinivisine û paradigmaya azadiya jin, demokratîk û ekolojîk pêşkêşî hemû gelan dike.”

‘EM SANIYEKÊ JÎ QEBÛL NAKIN’

Sedema tevlîbûna ciwanan a nava refên gerîlayên azadiyê di di daxuyaniyê de bi van gotinan hat vegotin: “Em weke ciwanên Apo’yi diyar dikin ku em saniyeyekê jî jiyana bêyî Rêbertiyê ji xwe re qabûl nakin. Em bi vîn û ruhê şehîdên xwe ku li dijî tecrîd û faşîzma 26 salan têkoşîn kirin, berê xwe didin Rêbertî û çiyayên azad. Hemû hêzên NATO’yê, di serî de rejîma faşîst a metînger AKP-MHP û Amerîka, ji bo tasfiyekirina Rêberê me, Tevgera me ya Azadiyê û Kurdistanê, her cure planên qirkirinê xistine meriyete” û li dijî van polîtîkayan, gerîlayên HPG û YJA-STAR li Zap, Avaşîn û Metînayê destana berxwedanê dinivîsînin û bi operasyonên şoreşgerî, ji metîngeran, faşîstan, ji çekên wan ên kîmyewî û qedexekirî, hesap dixwazin, û koka wan dikolin!”

‘DIVÊ HER KES ERKA XWE PÊK BÎNE’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêwîste di pêvajoyeke wiha de her kes erka xwe pêk bîne û ev bang hat kirin: “Divê hemû ciwan û jinên ciwan, gelê me yê welatparêz zanibin ku ji jiyana di bin siya faşîzmê de re nayê gotin jiyan. Ji bilî koletiyê tiştekî din nîne ku faşîzmê bide me. Divê em tu carî sîstemeke hov, tecawizkar, tacîzkar ku her roj jin, zarok û xwezayê qetil dike, bi sedan mirovan diavêje zindanan û îradeya gel paşguh dike qebûl nekin!

Şehîd Bişeng, Şehîd Sara û Şehîd Tolhildan, ku di encama êrîşên komara faşîst a Tirkiyeyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, ji bo me ciwanên rêber in. Bîranînên rêhevalên me yên ku di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de nûnertiya ruhê berxwedêr ê jin û ciwanan kirin, li pêşiya me diyar dikin. Li ser vê bingehê em bi ruhê fedayî yê Şehîd Bişeng, Şehîd Sara û Şehîd Tolhildan tevlî Rêbertiyê dibin.

Weke ciwan me sond xwariye ku em ê bi Rêbertî re bijîn; Em çeperên gerîlayên li dijî faşîzm û îstîsmarê jiyana xwe ya exlaqî û mirovî diparêzin, weke cihê heqîqetê dibînin. Cihê her ciwanê ku dixwaze bi azadî, mirovahî û bi rûmet bijî çiyayên azad in! Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwan û jinên ciwan dikin ku bi heqîqetê rabin û berê xwe bidin refên PKK û PAJK’ê!! Em bang li we dikin ku di rêya Bişeng, Sara û Tolhildan de agirê berxwedanê bilind bikin! Werin em hemû li dora Rêbertî bibin xeleka ruh û vîna ciwanên Apo’yi! Bi rihê Apoyî emê cenga azadiyê serbixin!”

(a)

ANHA