2 wezîran serdanên xwe ji bo Şamê betal kirin

Wezîra karên hundir a Almanyayê Nancy Faeser û wezîrê karên hundir Awisturyayê Gerhard Karner serdanên xwe yên ji bo Şamê betal kirin.

2 wezîran serdanên xwe ji bo Şamê betal kirin
27 adar, 2025   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Wezareta Karên Hundir a Almanyayê, piştî ku rayedarên almanî der barê êrişeke muhtemel de agahî wergirtin, wezîra karên derve ya Almanyayê Nancy Faeser û hempîşeyê wê yê Awisturyayê Gerhard Karner îro serdanên xwe yên ji bo Şamê betal kirin.

Wezaretê diyar kir ku mijara serdana Şamê nîqaşkrina dosyaya penaberên sûriyeyî ye.

Diviyabû danê sibehê wezîr û şandeya pê re ji Urdunê biçûya Şamê.

(bb)