2 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin
Hate ragihandina ku li Xezayê 2 leşkerên Îsraîlî hatin kuştin. Li aliyekî din hêzên Îsraîlê moşekeke balîstîk ya ji aliyê Hûsiyan ve hatibû avêtin, bêbandor kir.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di şerê roja înê ê li bakurê Xezayê de 2 leşkerên wê hatine kuştin. Hate diyarkirin ku leşkerên hatine kuştin Ido Voloch (21), efserê korpusa zirxî û fermandarê tabûrekê ye û Neta Yitzhak Kahana (19) e ku efserê polîsê sînor bû.
Kanala Kan a Îsraîlê ragihand ku "hêzek polîsên parêzvanên sînor roja Înê li taxa Şûcaiyê ya rojhilatê Xezayê bi komeke çekdar re kete nav şer. Di şer de Kahana hat kuştin. Piştî derdora 15 deqeyan di dema operasyona rizgarkirinê de, çekdaran guleyeke RPG avêtin. Di encamê de leşkerek birîndar bû. Piştre tankeke Îsraîlê bi RPG hat hedefkirin, di encamê de Voloch hat kuştin û leşkerekî din birîndar bû."
Hate diyarkirin ku li kampa Til Sultan a li Refetê ya başûrê Xezayê di encama teqîna mayînan de 4 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn.
Li gorî Yedioth Ahronoth, pergala parastina hewayî ya Îsraîlê ragihand ku wan mûşekek balîstîk a ku Hûsiyan ber bi herêma Wadî Ereba û bakurê Deryaya Mirî ve avêtibû bê bandor kir, bêyî ku qurbanî û zerar çêbibin. Koma Hûsî piştrast kir ku wan bi mûşekeke balîstîk a hîpersonîk baregeha hewayî ya Nevatim li Negevê kiriye hedef.
(bb)