2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê li gundewarên Heleb û Laziqiyeyê hatin kuştin.

2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
5 hezîran, 2024   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 2 leşkerên hikumeta Şamê li eniya Nexşiya ya li bakurê Laziqiye û rojavayê Helebê ji aliyên sekvanan ve hatine kuştin.

Her wiha SOHR`ê da zanîn ku hêzên hikumeta Şamê erebeyek li stasyona avê ya başûrê gundê Qerqûr ê Hemayê dema karker ka lê bar dikir, topbaran kiriye. Di encamê de zirarên madî çêbûne.

(şx)