Li Şehbayê sersaxî ji malbatên şehîdên QSD’ê re hate xwestin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şehîdên QSD’ê Îlan Efrîn û Elîşêr Efrîn li Kampa Serdem merasîma sersaxiyê li dar xist.

5 hezîran, 2024   14:54
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Îlan Efrîn (Mihemednûr Hikmet Reşîd) û Elîşêr Efrîn (Mihemed Hemîd Îbiş) merasîma sersaxiyê li dar xist. Her du şervan 31’ê Gulanê şehîd bûbûn.

Merasîm bi beşdariya bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê, li Kampa Serdem ya li dar ket.

Di merasîmê de endama Kongra Star Gulê Mihemed sersaxî da malbatên hemû şehîdan û wiha got: “Şehîdên me heya dawiyê li ber xwe da. Em ê bi saya şehîdên xwe dijmin têk bibin.”

Li ser navê rêveberiya kantona Efrîn û Şehbayê jî Fewzî Mistafa got: “Dijmin bi hemû awayan êrişî  me dike, dixwaze em bi azadiyê bang nekin. Lê em ê bi saya şehîdên xwe û felsefeya Rêber Apo azadiyê bi ser bixin.”

Dayika şehîd Elîşêr Efrîn Leyle Îbiş jî got: “Piştî 2 mehan daweta lawê min bû. Ez xilata lawê xwe diyarî 366 gundan dikim. Min Elîşêr kire xelat û diyarî Rêber Apo dikim."

Piştî axaftinê wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.