2 diz hatin girtin

Yekîneyên li Dijî Tawanan ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 kesên hewl dida malekê bişelînin girtin, çek û hişbirê di malên wan de hatine dîtin hatin desteserkirin.

2 diz hatin girtin
21 kanûn, 2025   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 2 kesên hewla şelandina malekê dikir û li gel wan hişbir û çek hebûn hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 2 kesên hewla şelandina malekê dikir ku berê dizanîbûn pere li cem xwediyê malê hene, girtin. Hêzan da zanîn ku piştî şopandina tevgerên wan her du kesan, ew her du hatin kirin û li gel wan alavên taybet bi şikandina deriyên malan hebûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî her du kes hatin girtin, dewriyek hêzan bi ser malên wan de girt, di malên wan de çek, tifing, kilaşînkov û 4 şarjûr, damance, rextek leşkerî û madeyên hişbirê hatin dîtin û desteserkirin.

Hêzên li Dijî Tawanan diyar kir ku tedbîrên qanûnî yên pêwîst li dijî her 2 kesên girtî hatine girtin û ew ji bo dadweriyê hatine şandin. Hêzan anî ziman ku ew ê hewlên xwe di têkoşîna li dijî sûc de bidomînin û her kesê ku hewl dide zirarê bide ewlehiya civakê yan jî zirarê bigihîne milkê welatiyan, bigirin.

(ac/fr)

ANHA