2 ciwanên ji Amûdê yên deng jê qut bûbûn vegeriyan

Rayedarên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê Kamîran Xalid û Mihemed Hebeş serbest berdan ku beriya 2 rojan dema ji Şamê vedigeriyan warên xwe hatibûn revandin.

2 ciwanên ji Amûdê yên deng jê qut bûbûn vegeriyan
16 tîrmeh, 2025   22:09
AMÛDÊ

Kamîran Farûq Xalid (25) û Mihemed Ebdulhelîm Hebeş (26) ên ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz a Şamê ve hatibûn revandin, piştî 2 rojan hatin serbestberdan.

Malbatên her du ciwanan bi rêya telefonê ji ajansa me ANHA’yê re piştrast kirin ku ew piştî ji aliyê hêzên asayişa giştî ya hikûmeta demkî ya Sûriyê ve hatin berdan, ew vegerin malê (Amûdê).

Malbatên her du ciwanan ji ajansa me re aşkera kirin ku her du ciwan berê xwe dane Amûdê.

GELO ÇI BÛ?

Duh, agahiya du malbatan ji kurên wan qut bûbûn dema ji Şamê vedigeriyan Amûdê. Kamîran û Mihemed beriya çend rojan çûbûn Şamê û di rêya vegerê de li ser rêya Hims û Selemiye agahî ji wan qut bû. Têkiliya wan a dawîn bi malbatan re par saet 6:00`an ber êvarê bû.

(ac-şx)

ANHA