2 bazirganên çekan hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser rêya Hesekê û Reqayê 2 bazirganên çekan zeft kirin.

2 bazirganên çekan hatin girtin
24 mijdar, 2024   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek li ser malpera xwe parve. Di daxuyaniyê de diyar kir ku hêzên ewlekariyê li ser rêya kantonên Hesekê û Reqayê 2 bazirganên çekan zeft kirine. 

Daxuyaniya navendê bi vî rengî ye: "Îro yekşemê (24`ê Mijdarê), hêzên me yên Têkoşîna Li Dijî Sûcan 2 kesên bi tawanên bazirganiya neyasayî ya çekan bin çav kirin.

Hêzên me piştî naskirina liv û tevgerên du kesên ku di bazirganiya çekan de kar dikin, li ser rêya El Obeyd ya nêzî Bajarên Heseke û Reqa li pêşiya wan kemîn danî.

Operasyona girtinê serkeftî bû. Di lêpirsînê de her du kes li xwe mikur hatin ku çek li cihên cuda firotine.

Her du kes ji bo zagonan cezayê xwe bistînin sewqî Dozgeriya Giştî hatin kirin."

(şx/bb)