SOHR: Hejmara kuştiyên êrişên li ser Tedmûrê bû 105

Li gorî SOHRˈê, hejmara kuştiyên êrişên Îsraîlê yên li ser Tedmûrê bû 105.

SOHR: Hejmara kuştiyên êrişên li ser Tedmûrê bû 105
24 mijdar, 2024   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hejmara kuştiyên êrişên Îsraîlê yên li dijî Tedmûrê bû 105.

Artêşa Îsraîlê 20ˈê Mijdarê li bajarê Tedmûrê 3 dever (2 cih li taxa Cumiye û depoya çekan a li nêzî herêma pêşesaziyê) bombebaran kiribûn.

SOHRˈê  di nûçeya xwe ya 22ˈê Mijdarê ragihandibû ku hejmara kuştiyan bûye 92 û 21 birîndar jî hene.

 (şx/bb)