Li Derayê cenazeyek hate dîtin

Şêniyan li Derayê cenazeyê welatiyekî di hewşa mala wî ya li Derayê de dîtin.

Li Derayê cenazeyek hate dîtin
24 mijdar, 2024   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku şêniyên taxa Tarîq El Sed a Derayê cenazeyê welatiyekî 60 salî di hewşa mala wî de dîtine.

SOHR`ê da zanîn ku li serê welatî şopên lêdanê hene,  lê sedemên bûyerê û kê kiriye nehatin zanîn.

Şêniyan duh êvarê li ser rêya di navbera bajarokên Yadûde û Til Şihab ên rojavayê Derayê de cenazeyê welatiyekî din dîtine. SOHR`ê aşkera kir ku cenaze yê hevkarekî "îstixbarata leşkerî" ye.

Di 24 saetan de di encama tevliheviya ewlehiyê li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de 2 kes hatine kuştin.

(şx/bb)