2 bazirgan û bikarhînerên hişbir hatin destgîrkirin

Li kantona Dêrazorê 2 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbir hatin destgîrkirin.

2 bazirgan û bikarhînerên hişbir hatin destgîrkirin
2 bazirgan û bikarhînerên hişbir hatin destgîrkirin
2 bazirgan û bikarhînerên hişbir hatin destgîrkirin
2 bazirgan û bikarhînerên hişbir hatin destgîrkirin
27 mijdar, 2025   23:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li gundewarê rojhilatê Dêrazorê 2 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbirê hatin destgîrkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku der barê bûyerê de agahî parve kirin ragihand ku di çarçoveya têkoşîna li dijî madeyên hişbirê de operasyoneke bi bandor li gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê hat lidarxistin.

Hêzên Ewlekariyê diyar kir ku di operasayonê de 2 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbirê hatin destgîrkirin. Her wiha îşaret pê kir ku ligel her du kesan miqdarên madeyên hişbir û çekek hatin dîtin.

Hate diyarkirin ku lêpirsîna bi her du kesan dewam dike, piştre di sewqî dadgeha giştî werin kirin.

(bb)