`Ji bo berdewamiya şoreşê divê jin xwe bi rêxistin bike û tê bikoşe`

​​​​​​​Beşdarên 1`emîn komxebata diyalogê ya jinên ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqezî bi girîngiya piştgiriya jinên ciwan kir ku xwe bi rêxistin bikin da ku şoreşa xwe berdewam bikin û bedewiya wê ya manewî biparêzin.

18 cotmeh 2023   15:08

Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1`emîn komxebata diyalogê bi dirûşma “Bi 5 rêgezan azadî, jin, jiyan, azadî em ê bi ser kevin” bi beşdariya 100 delegeyên jinên ciwan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji derveyî herêmê li dar ket.

Komxebat li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li Reqayê li dar ket.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Ehmed bi xêrhatina beşdaran kir û bernameya komxebatê aşkera kir.

Dûre mijarên panelê ji aliyê hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser Henan Bekar ve hatin xwendin.

Piştî wê, bi pêşandana sinefizyonekê 5 mijarên panelê hatin pêşandan.

Beşdarên komxebatê her mijarek bi berfirehî nîqaş û gotubêj kirin. Di mijara yekemîn a panelê de ku li ser welatparêzî û ramana azad bû, aktîvîsta tunisî Cewher El Şalî axivî û gelê Filistînê û berxwedana wî, gelên azadîxwaz silav kir û got: “Jin beşeke mezin a têkoşîna civakê ji bo rizgariyê ye.”

Endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê Hiya Heyder jî wiha axivî: “Welatparêzî û azadiya jinan, azadiya welatekî dagirker bi giştî ye. Ev komxebat, delîla yekitiya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û fedakariyên jinên ciwan ên ji bo azadiyê ne.”

BIRÊXISTINKIRIN Û TÊKOŞÎN

Her wiha endama Rêveberiya Yekitiya Ciwanan a PYD`yê şaxê Herêma Cizîrê Sara Hesen axivî û destnîşan kir ku birêxistinkirina jinan, bingeha her civakekê ye û wiha domand: “Birêxistinkirin hebe, serkeftin û pêşketin bi dest dikeve. Jin azadiya xwe bi dest dixe û desthilat têk diçe.”

Endama Komîteya Ciwanan a Meclisa Civakî ya Ermen a Hesekê Lîlyan Komecyan got: “Divê jin xwe ji vê bêtir bi rêxistin bike û mafê xwe bi dest bixe. Îradeyek û hêzek heye lê pêwîstiya jinan bi dehfekê heye ji bo ku rola xwe bi awayekî rast bilîze. Dayîk bingeha birêxistinkirinê ye, ew bingeha her ferdekî/ê ye. Perwerde jî ji bo me bigehîne ji ber ku di birêxistinkirinê de alîkariya me dike.”

Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê Buşra El Ehmed jî wiha axivî: “Cudahiyeke mezin di navbera berê û niha de heye. Hebûna jinan ji tevahî pêkhateyan di vê komxebatê de, serkeftin e. Şoreş berdewam e, jin roleke sereke di şoreşê de dilîze.”

TÊKOŞÎN, EXLAQ Û BEDEWÎ

Endama Rêveberiya Meclisa Civakî ya Ermen şaxê Hesekê Mîgrîk Mîxaîl got: “Bedewî û exlaq bi hev ve girêdayî ne. Em dibêjin, bedewiya ruhî, ji ya şeklî û xwedê daye baştir e. Heke em bêjin, şeklê jinê xweşk an bedew e wê demê em wê paşguh dikin. Xweşkbûn, bedewiya ruhî ye.”

Endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Neda Şahîn jî wiha axivî: “Zihniyeta baviksalarî, hewl dide ku bi rêya piştgiriya desthilatê jinan paşguh bike û wê kontrol bike. Li ser înternetê û bi rêya narkotîkê êriş jinan dikin.”

Neda wiha domand: “Bi rêya birêxistinkirinê, jinên ciwan dikarin rola xwe di civakê de xurtir bikin. Em hewl didin ku jin ji qeydan xilas bikin.”

Çaverêye ku komxebat bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(şx)

ANHA