Çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dewam dike

Li Qamişloyê çalakiya konvendê ya ya piştgiriya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" didome.

Çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dewam dike
Çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dewam dike
Çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dewam dike
Çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dewam dike
Çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dewam dike
17 cotmeh 2023   16:07

Çalakiya konvendê ya  ji bo piştgiriya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî", di saetên sibehê de pêş avahiya Komîseriya Penaberan a NY′yê ya li Qamişloyê dest pê kir.

Di saetên piştî nîvor de pêkhateyên Kurd û Ereb ên ji bajarokê Girbawî û taxa Hilêliyê yên Qamişloyê herikîn bin kon.

Endama PYD′ê ya taxa Hilêliyê Semîra Mihemed axivî, berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana gerîlayên azadiyê û girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker, her wiha berxwedana QSD′ê silav kir.

Semîra Mihemed got cîhan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan serî hildaye û diyar kir ku fikr û felsefeya wî ji bo tevahî gelan  meşaleya azadiyê ye.

Semîra bang li rêxistinên mirovî kir ku erkên xwe yên mirovî û exlaqî bi cih bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bidawîkirina tecrîdê tenê naxwazên, lê em azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe dixwazin."

Endamê PYD′ê yê bajarokê Girbawî Ehmed Mecîd anî ziman ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan mîsogeriya azadiya gelan û pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn e û got: "Bi girtina Rêber Ocalan gelek ciwanan bi dirûşma ′Hûn nikarin roja me tarî bikin′ bedena xwe şiwitandin. Projeya ku Rêbertî pêşkêş kiriye ne ji bo Kurdan tenê ye, di heman demê de ji bo tevahî gelan e."

Di çalakiyê de endama Însiyatîfa Gel a Kantona Qamişloyê Semsîxan Gulo soza domandina têkoşînê ta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Piştî axaftinan, hunermend Didwan Dêrik stranên şoreşgerî gotin.

Li gorî komîteya amadekar çalakî wê 7 rojan dewam bike û dê kon 24 seatan vekirî be.

(bb)

ANHA