'Rageşiyên heyî li Rojhilata Navîn xeternak in'

Bi gurbûna şerê navbera Hemas-Îsraîlê re metirsiyên rûdana şerekî herêmî zêdetir bûne. Nemaze gelek dewletên herêmê gefan dixwin.

'Rageşiyên heyî li Rojhilata Navîn xeternak in'
16 cotmeh 2023   06:08

Akademîsyen û lêkolera filistînî Seniye El Hisênî têkildarî şerê Hemas û Îsraîlê ji ajansa me re axivî. Seniye got: "Rewş gelekî hesas e, nemaze ku Îsraîl gefa koçberkirina 2 mîlyon niştecihên Xezayê dixwe. Ew dixwaze binkeftina 1948`an dubare bike. Eger dewletên Ereban û civata navneteweyî sûcê Îsraîlê ranewestîne dê herêm bikeve etûna şerekî wêranker."

Seniye der barê dema operasyona Hemasê de jî ev tişt gotin: "Hemasê ev dem bi baldarî hilbijart û ji xapa şerê sala 1973'an ku tê de Misrê serkeftineke girîng bi dest xist, sûd wergirt. Tevgerên Hemasê li ser sînor ên çend hefteyan beriya operasyonê û erêkirina agirbestê, beşek ji vê planê bû. Dema operasyonê heta asteke mezin li gor bûyer û geşedanên dawîn ên herêmê, cîhanê û yên hundirîn jî bû, nemaze mijûlbûna Amerîkayê bi şerê Ukraynayê ku ji ber wê nikare girîngiyeke mezin bide herêmên din. Hemas jî ev xal bi kar anî."

Seniye, têkildarî sedemên ku rê li vê rewşê vekirine jî got: “Li herêmê hin sedeman rê li pêşiya destpêkirina operasyonê vekir, wek paşketina rola Amerîkayê li herêmê û helwesta Erebistana Siûdiyê ya redkirina daxwazên Amerîkayê û avakirina hevalbendiyan bi Çîn û Rûsyayê re. Vê derfetê cihê Îranê li herêmê baş kir.”

Seniye ev li gotinên xwe zêde kir: "Li hundirê Îsraîlê jî piştî ku hikumeta Netanyahu bû desthilat, pirsgirêk û aloziyên hundirîn çêbûn. Ev alozî di xwepêşandanên li dijî perspektîfên hikumetê ya rastgir de xuya bû. Her wiha têkiliya Netanyahu ya bi Biden re jî bi sedema reformên dadweriyê paş ket, ev jî ji bo Hemasê baş bû ku vê rewşê li gor xwe bi kar bîne."

Seniye îşaret pê kir ku operasyon, bersiva sûcên dagirkeriyê û niştecihên mêtingehan yên vê dawiyê li dijî pîroziyên îslamiyetê û binpêkirina hurmeta Mizgefta El Eqsa û êrişên atrêşa Îsraîlê yên dijî filistîniyan li Mizgefta El Eqsa bû.

ROLA ÎRAN Û AMERÎKAYÊ

Der barê rola Îranê di operasyonê de Seniye got: "Operasyon gelekî nihênî bû û agahiyên der barê wê de ne diyar bûn. Di heman demê de Îran û Hîzbullah hevkarên aşkera yên Hemasê ne û dibe ku lihevkirin di navbera wan de hebe."

Der barê rola Amerîkayê de jî Suneye El Hisênî wiha axivî: "Destwerdana Amerîka di şer de nîşan dide ku ew pabendî hebûna Îsraîlê ye. Daxuyaniyên dawîn jî vê yekê piştrast dikin. Washingotinê xwest peyamekê bide Hizbullahê ku piştgiriya Hemasê neke."

Seniya wiha pê de çû: “Îsraîlê xwest ji Hizbullahê re bêje dê ew û Amerîka bersivê bidin. Bi rastî jî gef hat xwarin ku Lubnanê wêran bike. Hizbullah jî dixwaze peyamê bide Îsraîlê ku Hemas amade ye heke Îsraîl di aliyê bejahî de êriş Xezayê bike.”

Der barê senaryoya pêşbîn û derfeta pêşketina aloziyê ji bo şerekî herêmî de Seniya wiha anî ziman: “Kes nikare pêşbîn bike ku dê şerekî herêmî pêk were yan na. Lê aloziyên heyî xetere ne. Di van rewşan de, heta ku tu nexwaze şerek herêmî rû bide, lê dibe ku biqewime heke şaştî çêbibe.”

QONAXEKE NÛ

Akademîsyenê ji Îmaratê û pisporê têkiliyên navneteweyî Salim El Kutbî got ev îhtîmal dûr e û wiha domand: "Tu dewlet ne amade ye ku xwe bike qurbana rêxistinên terorîst. Rojhilata Navîn ber bi qonaxeke nû ve diçe ku dê hevsengiya hêzan bi temamî bê guhertin. Hewldanên destpêkirina şerekî li herêmê tên kirin, di hemû rewşan de jî Îran qezenc dike."

Girêdayî rola Îranê El Kutbî got: "Plan binekeftî ye. Pêvajoya bê dê bibe şahidê guhertinên nû. Dibe hin rêxistin yan jî rêberên wan ji holê bên rakirin. Yanî dê Îran beşeke ajandeyên xwe li herêmê ji dest bide. Her wiha daxuyaniyên rêberên Hemas'ê ne li hev in. Tevgerê nekarî operasyonê rewa bike ku Xeza derbasî şerekî xwîndar kir. Hemas ji bo pêkanîna hin ajandeyan amûr e. Lê surprîz mezin bû, êdî her kes xwe ji yê din dişû.”

El Kutbî di dawiyê de destnîşan kir ku heta Hizbullah û Tevgera Emel dizanin ku dê ji holê bên rakiirn tenê wisa dikin ji bo ku moral bilind bikin û got: “Ka em li benda encaman bin. Gelo dê bertek bi hêz be? Roj dagirtî ne û pêşbînin gelek in.”

(mh/şx)

ANHA