Rejîma Îranê 2 Kurdên din darvekirin

Li gorî agahiyan duh 2 Kurd din ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.

Rejîma Îranê 2 Kurdên din darvekirin
10 îlon, 2024   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, duh li girtîgeha navendî ya Miyandwaw welatiyek Kurd yê bi navê Feyzulah Hisên Pur hatiye darvekirin.

Hate zanîn ku Feyzulah bavê 3 zarokan bû û xelkê gundê Çiraxewal ya ser bi bajarê Saîn Qela yê niştecihê Bokanê ye.

Herwiha welatiyê bi navê Silêman Qehreman jî yê xelkê gundê Hesen Lolan ya ser bi Saîn Qelan a Rojhilatê Kurdistanê, li heman girtîgehê hatiye darvekirin.

Her du welatî jî beriya 5 salan bi hêceta kuştina bi qest, hatibun girtin û cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn.