Li Dêrazorê gavên ji bo piştgiriya qada çandiniyê
Komîteya Çandinî û Avdanê ya Rojhilatê Dêrazorê ji bo piştgiriya mewsima çandiniyê ya zivistanî gelek gavan davêje. Komîteyê ruxsetên jeneratorên çandiniyê dide cotkaran û semad, tov û mazotê pêşkêşî wan dike.
Komîteya Çandinî û Avdanê ya gundewarê Rojhilatê Dêrazorê ji 15′ê Îlona borî ve tedbîrên pêwîst girtine da ku di qonaxa yekemîn de ruxsetan bidin cotkaran.
Komîteyê gelek pêşniyar wergirtin û dê ji aliyê komîteyeke diyarker ve were lêkolînkirin. Li gorî encamên nirxandinê dê jenartorên avdana zeviyên çandiniyê û qadên çandiniyê werin keşifkirin û li ser vê esasî ruxsetan bidin cotkaran.
Komîteya Çandinî û Avdanê ji bo destekdayîn û pêşxistina qada çandiniyê di nava hewldanan de ye. Di vê çarçoveyê ji bo bilezkirina xebatên dayîna ruxsetan, gavên girîng hatin avêtin ku xebatên pêşkêşkirin, kontrolkirina belgeyên pêwîst û rûbarên bibîrxistî daxwaznameyan hatin hêsankirin.
Hevserokê Yekîneya Şêwirê ya Hecînê ya gundewarê Rojhilatê Dêrazorê Meşarî El Eswed axivî der barê xebatên ku pêk tînin got: "Di çarçoveya hevkarî û lezdana xebata dayîna ruxsetan de me erk û berpirsiyarî li ser endaman belav kirin. Me komîteyek ava kir ku ji endamekî Yekitiya Cotkaran a Herêma Rojhilat, endamekî Nivîsgeha Çandinî û Avdanê ya Herêma Rojhilat, endamekî Nivîsgeha Sotemeniyê û 2 endamên ji Yekîneya Şêwirê ya Hecînê pêk tê."
Dema dayîna ruxsetên jenatorên çandiniyê 15′ê Îlonê dest pê kir û dê heta 15′ê Mijdarê dewam bike. Dema tesbîtkirina rûbera çandiniyê jî ji 15′ê Mijdarê heta bi 15′ê Kanûnê ye. Cotkar dikarin di navbera van dîrokan de daxwaznameyên xwe yên ruxsetan, belge û kaxizên pêwîst pêşkêşî komîteyê bikin.
El Eswed got, xebata ruxsetkirinê li gorî cureya jeneratora tê bikaranîn ye û rûbera çandiniyê ya ku cotkar bi her cureya jeneratoran dikare av bide, tê diyarkirin.
Li gorî El Eswed çaverê ye piştî temamkirina xebatên ruxsetdayînê, dê destekê bidin cotkarên ruxset wergirtine û got, dê ji bo her donimekê 25 kîlo semad û 10 lître mazot bên dayîn.
Li gor berpirsên komîteyê, lîtreya mazotê bi 525 lîreyan, tonek semad jî 630 bi dolaran û toneke tov jî bi 430 dolarî ye.
Komîte hewl dide ji bo jeneratorên çandiniyê hejmareke mezin a ruxsetan bidin. Li rojhilatê Dêrazorê heta niha ji sedî 70`ê ruxset hatine dayîn.
(fr)
ANHA