TEV-DEM`ê piştgirî da pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan

TEV-DEM`ê piştgirî da Pêngava “Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û diyar kir ku ji bo pêkanîna armancên pêngavê ew amade ye çi jê tê xwestin bîne cihe.

TEV-DEM`ê piştgirî da pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan
16 cotmeh 2023   07:11

Partiyên siyasî û sendîkayên li 74 welatên cîhanê di 10′ê Cotmehê de Pêngava "Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" ragihand.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îro ji berpirsên Pêngava “Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ya cîhanî re nameyeke piştgiriyê şand.

Di nameyê de hat gotin : “Yekitî, ode û saziyên civaka sivîl, nivîsgehên birêxistinkirina jin û ciwanan û tevahî aktîvîteyên çandî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin banê TEV-DEM`ê de kom dibin, têkoşîna we ya bi rûmet a ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan silav dikin. Rêber Ocalan, dîlgirtiyê yekane li cîhanê ye ku ji bo vîna gelan ji zêdetirî 25 salan ve di hucreya takekesî de tê dikoşe û li ber xwe dide.”

Di nameyê de bal li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî hat kişandin û wiha dom kir: “Rêber Abdullah Ocalan ji wexta dîl hatiye girtin ve, bi siyaseta îşkenceya derûnî û bendenî re rû bi rû ye û ev siyaset bi armanca têkbirina cewher û nirxên pradîkmeya Rêber Abdullah Ocalan û dûrxistina wî ji gelê Kurd û gelên azadîxwaz e. Em teqez dikin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê dawiyê li şerê Tirkiye-Kurdan bîne û di jiyana her du gelan û gelên herêmê de rûpeleke nû vebike. Lewma çareseriya pirsgirêkên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê anku çareserkirina doza Kurd bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e.

Pêngava we ya mirovî û civakî ya afrîner û bicihanîna berpirsyariyên xwe yên exlaqî, mezinkirina têkoşînê ji bo ku em eşqa xwe ya mezin bi berxwedana Rêber Ocalan re bikin yek, li me ferz dike ku em tevahî hêz û derfetên xwe seferber bikin da ku armancên vê pêngava cîhanî pêk bînin. Em bi hêvî ne ku ev têkoşîn bi tevlêbûna rêxistinên hiqûqî, saziyên sivîl, komeleyên mafên mirovan û navendên têkildarî girtiyên siyasî, firehtir bibe.”

Yekiti, rêxistin û odeyên îmzeya xwe avêtine binê nameyê ev in:

Yekitiya Kedkaran

Yekitiya Mamosteyan

Yekitiya Rewşenbîran

Yekitiya Parêzeran

Yekitiya Bijîşkan

Yekitiya Bijîşkên Diranan

Yekitiya Dermanfroşan

Yekitiya Cotkaran

Yekitiya Koperatîfên Cotkariyê

Yekitiya Hunermendan

Yekitiya Asnafan

Yekitiya Pîşeyên Tenduristiyê

Yekitiya Endezyaran

Yekitiya Bazirganên Avahiyan

Yekitiya Ajokeran

Odeya Bazirganiyê

Odeya Pîşesaziyê

Rêxistina Rojava

Mala Êzidiyan

Meclisa Civakî ya Ermen

Komeleya Çerkesî

Komeleya Turkmenî

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê

Nivîsgeha Ciwanan a TEV-DEM`ê

Komeleya Wênekêşan

Yekitiya Pîşeyên Serbest

Yekitiya Pîşeyên Destan ên Xwecih

(şx/c)