Panorama hefteyê: Metirsiyên li ser firehbûna şerê Xezayê

Rojnameyên ereb di mijarên xwe yên hefteya borî de behsa bandorên rageşiya li Xezayê, têkiliyên Tirkiye-Iraqê û helwesta Amerîkayê ji rewşa li Xezayê kiribû.

Panorama hefteyê: Metirsiyên li ser firehbûna şerê Xezayê
15 cotmeh, 2023   04:10

Rojnameya El Quds El Erebî der barê rewşa Sûriyeyê de bi serenavê “Metirsiyên belavbûna şer li Sûriye û Lubnanê” nûçeyek weşand. Rojnameyê di nûçeya xwe de îşaret pê kir ku Îmaratê ji Şamê xwestiye dest nede şerê Îsraîl û Hemasê û derfetê neda ku ji axa Sûriyeyê êriş Îsraîlê bê kirin. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku gelek dewletan û di nav de DYA bi fikar in ku şer li Lubnan an Sûriyeyê jî belav bibe û veguhere şerekî herêmî.

′TIRKIYE AJANDEYÊN XWE LI IRAQÊ FERZ DIKE: DOSYAYA EWLEHÎ BERIYA DOSYAYA AVÊ YE′

Rojnameya El Ereb a Londonê destnîşan kir ku di van demên dawî de aloziyên li ser asta berpirsên Iraq û Tirkiyeyê çêbûn û di têkiliyên xwe de girîngî da dosyaya ewlehiyê û dosyaya herî zindî li gorî iraqiyan ku ew jî dosyaya avê ye, paşguh kirin.

Li gorî çavdêran ew yek nîşaneya dîplomasiya Iraqê û lawaziya dewleta Iraqê li pêş dewleta Tirk e. Bi wê re hişt ku dewleta Tirk ajandeyên xwe yên dan û standinê li ser Iraqê ferz bike.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî girîngî neda dosyaya avê û çavdêran ew yek bi binketina hikumeta wî wesif kir, mîna hikumetên berê yên Iraqê.

‎′WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ AMERÎKAYÊ GEREKE GIRÎNG PÊK TÎNE′‎

Tora El Hura li ser mijarê destnîşan kir ku wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên ‎Amerîkayê (DYA) Anthony Blinken îro gihaşt Erebistana Siûdî. Ew ger di çarçoveya lêkolînkirina ‎pêşdeçûnên şer li Îsraîlê bi Hemasê re hate kirin. Beriya Anthony Blinken serdana Erebistana ‎Siûdî bike, serdana Beyreyn, Qeter û Urdin kiribû û bi Şahê Urdin Ebdullah El Sanî, serokê ‎Filistînî Mehmûd Ebas re civiya bû.‎