Di çarçoveya Azadiya ji bo Ocalan çareseriya siyasî ya doza Kurd de li Silêmaniyê çalakî

Di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ li bajarê Silêmaniyê çalakiya piştgiriyê hate lidarxistin. Çalakvanan gotin dem hatiye ku bi hev re bêjîn “dem dema azadiyê ye.”

Di çarçoveya Azadiya ji bo Ocalan çareseriya siyasî ya doza Kurd de li Silêmaniyê çalakî
14 cotmeh, 2023   19:26

Li bajarê Silêmaniyê di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ çalakiya piştgiriyê hate lidarxistin. Çalakvanan gotin dem hatiye ku bi hev re bêjîn “dem dema azadiyê ye.”

Çalakî îro êvarê li Sekoy Azadî ya Parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê ji bo piştgiriya kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ ku li 74 welatên cîhanê hatiye destpêkirin, hat lidarxistin.

Gelek siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvanên civaka sivîl, kesayetên akademîsyen beşdarî çalakiyê bûn û bi daxuyaniyek ya çapemeniyê ji raya giştî re piştgiriya xwe ya ji bo kampanyayê ragihandin.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê nivîskar û çavdêrê siyasî Adil Osman li ser navê Komîteya Pêngava ‘Ji Rêber Ocalan re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ hate xwendin.