​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-10-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-10-2023
14 cotmeh, 2023   23:00

Xelkê Qamişloyê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê nîşaneya dewama komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan in û got "Armanca me ya yekemîn û dawîn pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şehîd Rêzan li rex ku xwişk û birayê xwe yên astengdar xwedî dikir, erka xwe di parastina ax û ewlehiyê wê de anî cih û di wê oxirê de li Akademiya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê ya li Dêrikê di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevgirtina Al El Beyt şaxê Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û bang li oldarên li Tirkiye û cîhanê kir ku li hember wê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnameyên ereb di mijarên xwe yên hefteya borî de behsa bandorên rageşiya li Xezayê, têkiliyên Tirkiye-Iraqê û helwesta Amerîkayê ji rewşa li Xezayê kiribû.

Yekitiya Mamosteyan a Reqayê 3`yemîn kongreya xwe bi dirûşma “Pêşxistina pîşeya perwerdekirinê ji bo pêşerojeke serkeftî” li hola Şerq li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA