​​​​​​​Şehîd Hevrîn Xelef hate bibîranîn

Jinên Tebqayê di salvegera 4′an a şehadeta wê de sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi bîr anî.

​​​​​​​Şehîd Hevrîn Xelef hate bibîranîn
14 cotmeh, 2023   10:44

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê di salvegera 4′an a şehadeta wê de, sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi bîr anî.

Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan di 12′yê Cotmeha 2019′an de li ser rêya M4 ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn qetilkirin.

Merasîma bîranînê li qada navenda Kombûna Jinan a Zenûbiya hate lidarxistin. Beşdaran wêneyên şehîdan û wêneyên şehîd Hevrîn Xelef hildan.

Di merasîmê de endama rêveberiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Huda El Elî axivî û got: "Em îro şehîd Hevrîn Xelef bi bîr tînin ku di oxira gelê xwe de canê xwe daye."

Huda wiha domand: "Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan sûcekî hovane pêk anî."

Huda diyar kir ku hemwextî salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî dewleta Tirk a dagirker êrişên hovane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û wiha pê de çû: "Dagirkeriyê Akademiya Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê bombebaran kir, di encamê de 29 endamên hêzê şehîd bûn û 28 jî birîndar bûn. Ev yek li pêş çavê civata navneteweyî û bêdengiya wê li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker pêk hat."

Huda El Elî di dawiyê de bang li tevahî azadîxwazên li cîhanê kir ku li kêleka doza wan bisekinin û zextê li civata navneteweyî û NY′yê bikin da ku dewleta Tirk li hember sûcên wê hesab bikin.

Bi pêxistina mûman merasîm bi dawî bû.

(fr)

ANHA