Li Um Derman ê Sûdanê 17 kes hatin kuştin

Hêzên Piştevaniya Lezgîn taxên welatiyan li Um Derman ê Sûdanê topbaran kirin, di encamê de 17 kes di nav de zarok hatin kuştin.

Li Um Derman ê Sûdanê 17 kes hatin kuştin
14 cotmeh, 2023   10:05

Berdevkê artêşa Sûdanê diyar kir ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi awayekî dijwar taxên welatiyan li bakurê Um Derman ê Sûdanê topbaran kirin, di encamê de 17 welatî di nav de zarok hatin kuştin.

Li Um Dermanê şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de bilind bûn. Hêzên Piştevaniya Lezgîn hewl dide baregehên artêşê yên li Mehiliya Kerê, baregeha Wadî Seyidna yên leşkerî ku balafirên şer jê radibin û nuqteyên wan li Xertûmê bombebaran dikin, kontrol bikin.

Li gel dewam şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn li Sûdanê de Rêxistina Bijîşkên Sînornenas hişyarî ji hilweşîna rewşa mirovî li Sûdanê da.

(fr)