​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Em di rizgarkirina herêmên dagirkirî de bi israr in

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xelef destnîşan kir ku QSD'ê dê têkoşîna xwe ya ji bo rizgarkirina deverên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bidomîne.

​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Em di rizgarkirina herêmên dagirkirî de bi israr in
14 cotmeh, 2023   02:55

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xelef der barê salvegera 4'emîn a dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê de ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve axivî.

Riyad El Xelef anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirinê piraniya şêniyên kantonê koçber kirin, herêm kirin devereke ewle ji bo komên terorîst û vejandina çeteyên DAIŞ′ê. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker piştevanê yekemîn ê terorê ye û piraniya çeteyên DAIŞ′ê di rêya sînorê Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn.

El Xelef got, piştî serkeftina projeya Rêveberiya Xweser û têkbirina DAIŞ'ê ji aliyê QSD'ê ve, dewleta Tirk a dagirker destwerdana leşkerî ya rasterast da destpêkirin û Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Riya El Xelef got, dewleta Tirk armanc dike çeteyên DAIŞ′ê biparêze û herêmê bixe rewşeke bê istiqrara ewlehî û aborî.

El Xelef diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina bajarên navborî dest bi koçberkirina şêniyên wê û guhertina demgorafî kir û  wiha li axaftina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek komkujî li dijî gelê me pêk anîn, kiryarên revandinê û standina fidiyê pêk tîne. Her wiha zeviyên çandiniyê dişewitîne û binesaziya herêmê nexasim stasyonên av, kehrebe û petrolê wêran kir, li ser rêya navneteweyî ya M4 sivîlan dike hedef û bi domdarî li qadên sivîlan dide. Di heman demê de balafirên keşfê bi domdarî li ser herêmê digerin."

El Xelef bal kişand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di bûyerên dawîn ên li Dêrazorê de êrişên xwe li ser li dijî gundewarê Minbicê û gundên Eyn Îsa û Til Temirê zêdetir kirin da ku zexta ji ser komên çekdar ên hikumeta Şamê yên li Dêrazorê sivik bike û got: "Bi saya hişyarbûna gelê me û piştgiriya wê ya bi QSD′ê re me, planên bi armanca vejandina terorê û afirandina rewşeke tevlihev li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk birin."

El Xelef anî ziman ku roj bi roj îsrara wan a şopandina rêya şehîdan û rizgarkirina deverên dagirkirî zêde dibe û wiha dom da axaftina xwe: "Bila dilê gelê me rihet be, hêzên me amade ne herêmê ji dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wê û tevahî çavbirçiyên xêr û bereketa welatê me biparêzin."

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xekef di dawiya axaftina xwe de ev name da şêniyên li herêmên dagirkirî: " Em ji şêniyên xwe yên li herêmên dagirkirî re dibêjin; çawa me berê herêm ji terora DAIŞ′ê rizgar kirin û me çete neçar kirin ku ji herêmê dekevin,  zarokên we yên di nava QSD′ê de amade ne giyanê xwe di rêya rizgarkirina we ji Osmaniya dagirker û rakirina zulma li ser we de bidin."

(mh/bb)

ANHA