​​​​​​​‘Em dê wefadarên Rêber Ocalan û şehîdên xwe bin’

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji 25 salan ve berdewam e. Welatiyan diyar kir ku her çi qas komplo li dijî wan hebin jî dê wefadarên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan bin.

​​​​​​​‘Em dê wefadarên Rêber Ocalan û şehîdên xwe bin’
12 cotmeh 2023   23:48

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên xwe li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan anîn ser ziman û got êrişên dewleta Tirk berdewama Komploya Navneteweyî ne.

Serokê Nivîsgeha Xebatan a Meclisa Sivîl a Rojhilatê Dêrazorê Xelîl El Hindawî got êrişên li dijî herêmê berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e û bêdengiya hêzên navneteweyî, hevkariya wê nîşan dide û dibe sedem ku êriş li dijî herêmê xurttir bibin.

El Hindawî wiha pê de çû: “Her çiqas komplo li dijî me hebin, em dê wefedarên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan bin ku ji bo azadiyê û edaletê canê xwe feda kirin. Heta dawiyê em dev ji vê xetê bernadin.”

Hevseroka Meclisa Sivîl a Herêma Rojhilat a Dêrazorê Sefiye El Hesen diyar kir ku komplo ne tenê li dijî Rêber Abdullah Ocalan bû lê belê li dijî tevahî gelên bi fikr û felsefeya wî bawer in.

Sefiya wiha berdewam kir: “Belavbûna fikrê Rêber Abdullah Ocalan, cîhan û pergalên kapîtalîst hejand. Berdewamkirina komploya kirêt li ser edalet û rastiyê tehdîd e. Ji ber wê divê civakên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî rola xwe bilîzin, fişarê li dewleta Tirk bikin ji bo ku vê tariyê bi dawî bike û wî serbest berde.”

‘DIVÊ GELÊN CÎHANÊ LI HEMBER DEWLETA TIRK BISEKININ’

Welatiyê bi navê Beşîr El Nayif jî got projeya Rêber Abdullah Ocalan û ramana wî ya azad, dewletên kapîtalîst û dîktator bi fikar in, ji ber wê komplo li dijî wî pêk anî û ev li gotinên xwe zêde kir: “Komploya navneteweyî hîna berdewam e. Niha bi van êrişan, projeya Rêveberiya Xweser dikin hedef.”

Semer El Cuma jî komploya navneteweyî şermezar kir û wiha anî ziman: “Hera azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk neyê, têkoşîna me jî ranaweste.”

Mehmûd El Nayif bang li gelên cîhanê kir ku li hember dewleta Tirk bi hev re bisekinin.

Welatiyê bi navê Şêxo Mihemed jî got: “Hevgirtina kurd, ereb, turkmen, çerkez û asûr, li hember hewldanên têkbirina projeya biratiya gelan, bendeke asê ye.”

Mihemed bang li gelê Sûriyeyê kir ku piştgiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike ji ber ku eniya berxwedanê ye û timayên dewleta Tirk ji vê zêdetir in.

‘ÊRIŞ JI BO ÇALAKKIRINA DAIŞ`Ê NE’

Welatiya bi navê Ibtîsam Ebdulqadir jî destnîşan êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, siyaseteke hovane ye ku li dijî gelê herêmê yê ewle tê meşandin û got: “Ewm armanc dike, tevliheviya siyasî û leşkerî û heta aborî li herêmê biafrîne. Ji ber ku dixwaze bala gelê xwe ji ser aloziyên li hundirê Tirkiyeyê bikişîne mijarên din û aloziyên xwe bi taybet ên aborî, derxe derve.”

Welatiyê bi navê Ebdulqadir El Hisên jî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze şaneyên DAIŞ`ê çalaktir bike, tevliheviyê li herêmê çêke û wê bike jêdera teror û tundrawiyê.

Welatiya bi navê Rîm Derwîş jî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk, berdewama projeya dagirkirinê li herêmê ye û hewldanên parçekirina tevna civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KI7V5_Ihq2k?si=hRYNKaCaOwxbfyFw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>