MSD: Divê hesab ji qatilên şehîd Hevrîn bê pirsîn

MSD'ê şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî û xwest hesab ji qatilên Hevrîn were pirsîn û dagirkeriya Tirk a li Sûriyeyê were bidawîkirin.

MSD: Divê hesab ji qatilên şehîd Hevrîn bê pirsîn
12 cotmeh 2023   16:27

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyeke nivîskî şehîd Hevrîn Xelef di salvegera 4'emîn a şehadeta wê de bi bîr anî.

Daxuyanî wiha ye:

"12'ê Cotmehaê salvegera şehadeta sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê û endama Meclisa Seroketiyê ya MSD'ê Hevrîn Xelef e. Hevrîn Xelef, tevî ajokar û hevreyên wê di payîza 2019'an de dema êrişên dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê çeteyên terorîst ên dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin.

Qetilkirina Hevrîn Xelef û hevrêyên wê sûcekî şer ê derqanûnî ye. Tevî ku çeteyên Ehrar El Şerqiye û serçeteyê wan Ehmed Hesan Feyad El Hayis (Hatim Ebû Şeqra) ên bi xwe di qetilkirinê de beşdar bû û di lîsteya cezayan a Amerîkayê de ye, lê heta niha edalet pêk nehatiye.

Em Meclisa Sûriyeya Demokratîk dixwazin çarçoveya cezayan were berfirehkirin û tevahî sûcdaran di nava xwe de bigire. Her wiha em daxwaza pêkanîna edaleta navneteweyî û hesabpirsîna ji sûcdaran dikin. Em  hêvî dikin ku civata navneteweyî girîngiyeke zêdetir bide mijara bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyeyê û derxistina terorîstên wê ji Sûriyeyê. He wiha em hêvî dikin ku ji  ber sûcên têne kirin komîteyeke lêkolînê ya navneteweyî were avakirin, ji bo mexdûran tawîz werin dayîn û tevahî sûcdar û binpêkerên mafên mirovan sewqî edaletê werin kirin.

Di heman demê de em bang li civata navnetweyî û dewletên aktîf û bi bandor di dosyaya Sûriyeyê de dikin, ji ber sûcên wê yên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefkirina binesaziya wê hesab ji Tirkiyeyê bipirsîn. Tirkiye ji dema dagirkirina Efrînê ve di buhara 2018′an de sûcên xwe ranewestandine. Dewleat Tirk tevahî nîşaneyên jiyanê yên li herêmê dike hedef, herî dawî navendên xizmetguzarî, ernerjî, av, emabarên genim, dibistan û nexweşxane kirin hedef û di encamê de şehîd û birîndar çêbûn."

(mh/bb)