TNKS′ê bêdengiya navneteweyî şermezar kir

Tevgera Nûjen a Kurdistanê – Sûriye (TNKS) bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got, bêdengî derfetê dide dewleta Tirk ku sûcên xwe bidomîne.

TNKS′ê bêdengiya navneteweyî şermezar kir
12 cotmeh 2023   15:45

Bertekên li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Tevgera Nûjen a Kurdistanê - Sûriye (TNKS) bi daxuyaniyek nivîskî bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Di daxuyaniyê de encamên Peymana Lozanê û sûcên dewleta Tirk a dagirker hatin şeremzarkirin û hate gotin: "Dewleta Tirk qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê dike, bajarê me dagir kir û gelê me koçber kir. Dewleta Tirk bi van sûcan serdestiya dewleta Sûriyeyê ku endameke NY′yê  ye, bin pê dike.′′

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk terora siyasî û civakî pêk tîne û çarçoveya vê terorê roj bi roj fireh dibe.

TNKS′ê bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker di dema dawîn de bi kiryarên plankirî binesaziya herêmê û navendên xizmetguzarî bi balafirên şer û yên bê mirov kirin hedef.

Di  daxuyaniyê de hate diyarkirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker sûcên qirkirinê ye û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van sûcan jî hat rexnekirin. Her wiha  hate gotin, ev bêdengî hêz dide dewleta Tirk a dagirker ku sûcên xwe bidomîne.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî hêzên aştîxwaz û azadîxwaz hat kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên sivîl û binesaziya herêmê teşhîr bikin û bi dawî bikin.

Tevgera Nûjen a Kurdistanê-Sûriyeyê  di dawiya daxuyaniyê de piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re nîşan da û hevgirtina gelên herêmê û hêzên parastinê silav kir.

 (mh/bb)