Hevbendiya NADA êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Hevbendiya NADA êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got, ev êriş dikevin çarçoveya sûcên şer û sûcên dermirovî û li dijî qanûnên navneteweyî ne.

Hevbendiya NADA êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
12 cotmeh 2023   13:36

Hevbendiya NADA têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê daxuyniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve binesaziyê, mirov, kevir û daran dike hedef.

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku dewleta Tirk a dagirker di Mijdara par de mîna van êrişan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  pêk anîbû û navendên mirovahiyê, nuqteyên tenduritiyê û saziyên xizmetguzarî, perwerde û petrolê dike hedef.

NADA diyar kir ku  dewleta Tirk bi van êrişan armanc dike herêmê ji niştecihên wê vala bike da ku demografiyayê wê biguhere û îstiqrara wê xirab bike.

Di daxuyaniyê de behsa bêdengiya cîhanê ya li hemberî van êrişan jî hate kirin û hate gotin, ev binpêkirinên domdar li pêşiya çavê tevahî cîhanê tên kirin, lê rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî yên têkildar bêdeng in.

Hevbendiya NADA berxwedana gelê Filistînê silav kir û piştgiriya xwe pê re nîşan da.

NADA êrişên dewleta Tirk a dagirker, hedefkirina binesaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan şermezar kirin û got: "Em dibînin ev êriş dikevin çarçoveya sûcên şer û sûcên dermirovî û li dijî qanûnên mirovî yên navneteweyî ne."

Hevendiya NADA di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku êrişên çi li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê an Filistînê an deverên din bin bi dawî bikin, hesab ji sûcdaran bipirsin.

(bb)