​​​​​​​Bîlançoya 9′ê Cotmehê ya êrişan

Navenda Ragihandinê QSD′ê bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 9′ê Cotmehê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kir.

​​​​​​​Bîlançoya 9′ê Cotmehê ya êrişan
10 cotmeh 2023   15:23

Daxuyanî bi vî rengî ye:

′′Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û asta êrişên xwe li ser bajarokê Eyn Îsayê zêdetir kir. Dewleta Tirk a dagirker duh (Duşemê)  komkujiyek li bajarokê  Eyn Îsayê pêk anî û di encamê de 2 zarok bûn qurbanî û herêmên din bi çekên giran topbaran kirin.

Bîlançeoya roja 5′an e êrişan wiha ye:

- Hejmara êrişên bi çekên giran: Di nav de nuqteyên hêzên hikumeta Şamê, 30 êriş hatin kirin.

-Hejmara şehîdên sivîl: 2 zarok.

-Hejmar birîndarên sivîl: 5 jin.

Hurguliyên êrişan wiha ne:

1-Bajarokên Til Temir û Zirganê;

-Saet di 11:01′an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Bobî û Rebîatê yên dikevin rojavayê bajarokê Zirganê û gundê Mişêrfê yê bakurê bajarokê bi çekên giran topbaran kirin.

-Saet di 17:54′an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Xirbe Şeîr û Til Werd ên başûrê bajarokê Zirganê topbaran kirin. Di heman demê de gundên Dada Ebdal, Xidrawî û Esediyê yên bakurê Zirganê kirin hedef.

- Saet di 20:46′an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dirdara yê navçeya Til Temirê bi obusên giran topbaran kir.

-Saet di 10:06′an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê rojavayê bajarokê Til Temirê bi obusên giran topbaran kir.

2-Gundewarê başûrê Efrînê û herêmên Şehbayê;

-Saet di 14:24′an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xirbe Şeala yê herêma Şehbayê bi çekên giran topbaran kir.

-Saet di 22:14′an de, dewleta Tirk a a dagirker û çeteyên wê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên derdora Gundê Mezin ê girêdayê navçeya Şêrawa ya li başûrê Efrînê topbaran kirin. Her wiha gundê Kiştear ê navçeya Şerayê yê başûrê Efrînê topbaran kir. Di hemanê demê de gundên Zîwan, Kefer Antûn û Şêx Elî yên Şehbayê hatin topbarankirin.

-Saet di 22:58′an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Aqîbê û Ziyaretê yên girêdayî navçeya Şêrawa topbaran kirin.

3-Bajarokê Eyn Îsa, Girê Spî û gundewarê wê;

- Saet di 15:47′an de, dewleta Tirk a dagirker navenda bajarokê Eyn Îsayê, gundên Seyda, Malikiyê û Mieleq ên rojavayê bajarokê û nuqteyên li ser rêya M4 topbaran kirin. Her wiha gundên Salûkê, Huriyê û Qirunfu ên Girê Spî kirin hedef.

-Saet di 16:02′an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mestûr ê nêzî bajarokê Eyn Îsayê bi obusên giran topbaran kir. Di encamê de zarokên bi navên Nadiya El Eyaş (10) û Elî El Eyaş (6) şehîd bûn.

- Saet di 18:07′an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê embarên dixil ên li navenda bajarokê Eyn Îsayê û depoya avê ya li gundê Cidêda yê rojavayê bajarokê bi tankan kirin hedef.

- Saet di 18:24′an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Girêa û Siwêdiyê yên rojhilatê bajarokê Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin.

4-Dirbêsiyê û gundewarê wê;

-Di saetên nîvro de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran karkerên li gundekî Dirbêsiyê pembo diçinîn, kirin hedef. Di encamê de 5 karkerên jin birîndar bûn. Birîndar ji bo nexweşxaneyên Hesekê hatin veguhestin. Lê birîndarek ji ber lingê wê şikest li nexweşxaneya Dirbêsiyê ma."

(bb)