Şêniyên Dêrazorê: Em li dijî êrişên Tirkiyeyê disekinin

Li Dêrazorê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha ji bo 29 şehîdên bombebarana li Dêrikê, kon hat vedan. Di bin kon de hate gotin: "Em rêzekê de li hemberî êrişan disekinin û bi rêveberiya xwe re ne."

Şêniyên Dêrazorê: Em li dijî êrişên Tirkiyeyê disekinin
Şêniyên Dêrazorê: Em li dijî êrişên Tirkiyeyê disekinin
Şêniyên Dêrazorê: Em li dijî êrişên Tirkiyeyê disekinin
Şêniyên Dêrazorê: Em li dijî êrişên Tirkiyeyê disekinin
Şêniyên Dêrazorê: Em li dijî êrişên Tirkiyeyê disekinin
Şêniyên Dêrazorê: Em li dijî êrişên Tirkiyeyê disekinin
10 cotmeh, 2023   14:04

Nivîsgeha Kombûna Jinan a  Zenûbiya ji bo şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha ji bo şîna 29 endamên Hêzên Têkoşîna Li Dijî Hişbir ên di bombebarana li dijî Dêrikê de şehîd bûbûn, kon li herêma Kisra yê gundewarê rojavayê Dêrazorê veda.

Nûnerên saziyên sivîl, leşker û meclisên xwecih ên Dêrazorê jî di nav de gelek şênî herikîn bin kon.

Rêvebera Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê Şehrezad El Casim axivî û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker dighêjin asta sûcên şer. Her wiha anî ziman ku dewleta Tirk hewl dide ewlehiya herêmê xirab bike û rêxistinên "terorîst" vegerîne.

Şehrezad El Casim bang li hêzên navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bînin û dawî li sûcên dewleta Tirk bîbinin.

Hevserokê Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê Mihemed El Hîlal êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî êrişan şermezar kir û wiha got: "Êrişa xedar û nemerdane ya hikumeta Erdogan a li dijî Hêzên Têkoşîna Li Dijî Hişbir sûcekî hovane ye û li lîsteya sûcên vê hikumetê zêde dibe. Ev êriş binpêkirina mafên mirovan û qanûn û pîvanên navneteweyî ye."

El Hîlal bang li Konseya Ewlekariya ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û dawî li binpêkirin û kiryarên hovane bigirin.

El Hîlal sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rêzekê de li hemberî êrişên li ser herêmên me disekinin. Em soza xwe nû dikin ku em bi rêveberiya xwe re ne."

(bb)

ANHA