Di şerê hêzên hikumeta Şamê û malbatekê de 10 kes birîndar bûn

Li gundekî Dêrazorê şer di navbera malbata Erwat û hêzên hikumeta Şamê de derket û çekên giran û navîn hatin bikaranîn. Di encamê de 10 kes ji malbata Erwat birîndar bûn.

Di şerê hêzên hikumeta Şamê û malbatekê de 10 kes birîndar bûn
10 cotmeh, 2023   12:14

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di navbera hêzên hikumeta Şamê û endamên malbata Erwat de li gundê Cinêne yê Dêrazorê şerek bi çekên giran û navîn çêbû û heta niha dewam dike.

Li gorî agahiyên destpêkê 10 kes ji malbata Erwat birîndar bûne û û rewşa hin birîndaran giran e.

SOHR′ê da zanîn ku sedema pevçûnê, aloziya ji ber qaçaxçîtiyê ye.

ي