QSD`ê li baregehên dagirkeran da: 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

Hêzên Sûriya Demokratîk li 5 baregehên arêtşa Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî da, di encamê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

QSD`ê li baregehên dagirkeran da: 4 leşkerên Tirk hatin kuştin
10 cotmeh 2023   12:12

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Di çarçoveya mafê parastina rewa de li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên me baregehên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê navçeya Zirganê ya bakurê Hesekê hedef girtin.

Duh (9 Cotmeh) saet di 09:30`an de hêzên me baregehên dagirkeran ên li gundên Um Şeîfe, Bab El Ferec, Til Mihemed, Dawûdiyê û Ebd El Hey yên li gundewarê bajaroka Zirganê bi zêdetirî 38 topên hawanê hedef girtin. Di encamê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Bi vê yekê, di çarçoveya operasyonên bersivdayînê yên hêzên me çend rojên dawîn li dar xistine de 15 leşkerên Tirk hatin kuştin, 13 leşker jî birîndar bûn.

Li aliyê din, serokê rejîma Tirk a dagirker der barê baregehên ku balafirên wan hedef girtin û hejmara şehîdên hêzên me de rêze derew belav kirin û îdia kir ku 162 şervanên me şehîd bûn û 194 armanc hatine rûxandin. Em teqez dikin ku ew îdia derewên dubare ne, armancên hatine hedefgirtin jî saziyên jiiyanî û xizmetê ne. Di encamê de nêzî 45 kes şehîd bûn, 11 ji wan sivîl bûn, yên din jî endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê bûn ku li navendeke xwe ya perwerdeyê diman.”

(c)