Nûrî Mehmûd: Rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca me ya sereke ye

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd destanîşan kir ku rizgarkirina deverên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de armanca sereke ya hêzên wan e û got, vebijêrka wan a sereke jî têkbirina êrişan li gor şerê gelê şoreşgerî ye.

Nûrî Mehmûd: Rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca me ya sereke ye
10 cotmeh, 2023   04:35

Bi boneya salvegera 5′emîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewlet aTirk a dagirker û çeteyên wê ve, berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd di hevpeyvînekê li gel ajansa me de pêvajoyên berî û piştî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî nirxandin.

Hevpeyvîn wiha ye:

-Artêşa Tirk a dagirker di 9'ê Cotmeha 2019'an de êriş li dijî Serêkaniyê û Girê Spî dan destpêkirin û her du herêm dagir kirin. Berî wê êrişê hin bûyer wek vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji xeta sînor qewimîn.  Hûn bûyerên wê pêvajoyê çawa dinirxînin?

Destpêkê divê em qonaxa berî êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî, an ku qonaxa dagirkirina Efrînê ye dema ku hêzên Rûsyayê ji hundirê Efrînê vekişiyane, binirxînin. Bêguman di pergala cîhanî de pirsgirên hebûn. Hinek serokan hewl dida hemû pergalên cîhanê û Neteweyên Yekbûyî (NY), NATO û tevahî pergalên cîhanê biguherînin. Ew tevger jî bi rêveberiya serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump bûn.

Dema dewleta Tirk a dagirker êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir serokê Amerîkayê digot: "Pirsgirêka Kurdan û Tirkan pirsgirêkeke dîrokî ye û têkiliya gelê Amerîkayê pê tune ye. Tirkiye hevkara me ye û dikare wek endameke NATO'yê bikeve Sûriyeyê û pirsgirêkên xwe li wir çareser bike."

Hevsengiyên di qonaxa dawîn de derfet ji Erdogan re vekirin ku bi rêya lihevkirinên sêalî çavnebariyên xwe pêk bîne. Lihevkirin bi hêzên me re çêbû ku paş de vegerin da ku şer çênebin û gelê Sûriyeyê bi xwe şoreşa xwe bi rê ve bibe. Lê belê tiştê ku bûye komployeke li dijî me bû.

Dema êrişî bajarên me Serêkaniyê û Girê Spî kirin jî, di serî de Amerîkayê  gelek dewletên Ewropayê berî dan parastina berjewendiyêhn xwe yên navneteweyî û pabendî pîvan û qanûnên navneteweyî nebûn. Van dewletan rê dan Erdogan ku êrişî bajarên me bike. Li hember wê civaka li Amerîkayê bi rewşenbîr, oldar û siyasetmedarên xwe  piştgirî da Rojavayê. Li welatên cuda yên Ewropa û Asyayê jî piştgirî hate dayîn û êriş ne mefdar û wekî xetereyekê li ser tevahî cîhanê wesif kirin.

Hêzên me dersek ji wê tecrubeyê girt ku êdî xwe naspêre tu hêzan. Dibe ku lihevkirin û hêzên hevkar ji bo me hebin, lê belê em xwe naspêrin wan, em tenê xwe dispêrin xwe û hêzên xwe yên xweser.

Bê guman armanca Erdogan û partiyên wî yên faşîst AKP/MHP′ê ew e ku stratejiya Tirkiye li cîhanê bi kar bîne û  bixe bin kontrola xwe da ku projeyên xwe Erdogan bi cîh bîne. Serokê Amerîkayê Trump xwe pir zîrek didît, lê Erdogan her timî hewl dide wî bi kar bîne, ji ber ku gelek planên Erdogan hebûn. Erdogan navê buhara gelên Rojhilata Navîn kir buhara erebî û di nava buhara erebî de jî navê buhara suna derxist, piştre jî Îxwan El Muslimîn danî pêş, piştî wî jî DAIŞ derxist pêş. Piştî DAIŞ têk çû Erdogan hewl da  bi tena xwe desthilata xwe ya Erdoganî ava bike û qesra xwe li Tirkiyeyê ava bike.

-Berî êrişê baregehên Amerîkayê li Serêkaniyê û Girê Spî hebûn. Berî êrişê bi 2 rojan ew baregeh hatin valakirin û hêzên Amerîkayê vekişiyan. Tevî ku koalîsyonek di navbera we û Amerîkayê de heye, gelo sedema vekişînê çi ye?

Ew vekişîn li gor lihevkirina di navbera serokên gelek dewletan de bû, ne li gor pîvan û qanûnên navneteweyî bû. Trump hewl da sûdê ji stratejiya Tirkiyeyê û cihê wê yê coxrafî û girîngiya wê ya asîmanî bigire. Her wiha hewl da sûdê ji rewşa navxweyî ya Amerîkayê bigire. Lê leşkerên Amerîkayê bi vekişînê iqna nebûn. Tiştê ku dibe li gor berjewendiyên demkî û ne li gor pîvan û qanûnên navneteweyî ye. Heta radeyekê hevsengî hebûn.

Civakên Ewropa û Amerîka û ya Rojhilata Navîn li hemberî van tifaqan rabûn, ji ber ku ev tifaq derveyî exlaqên civakan û qanûnên navneteweyî ne. Vekişîna wan  hêzan jî li ser esasê tifaqan bûn. Di dawiyê de helwesta gelên cîhanê û piştgiriya wan bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şoreşa buhara gelan diyar bû. Lê îro hine dewlet çavê xwe li sûcên şer ên Erdogan dike, digirin.  Ji ber di şerê xwe de çekên NATO′yê bi kar tîne, divê hesab ji Erdogan were pirsîn û divê li Dadgeha Lahay were darizandin.

-Hûn êrişa dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan û binsaziya herêmê, bikaranîna çekên qedexekirî, çawa dinirxînin?

Bêguman cîhan tevde dizane ku pîvan navneteweyî, mafên mirovan, qanûnên şer û nirxên civakê hene, lê ev pîvan û qanûn di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di ber çavan re nehatin girtin. Erdogan û hikumetên cîhanî guh nedan vê ye. Ruxmî aliyên têkildarî êriş şopandin û ruxmî ku dewleta Tirk çekên NATO′yê li dijî gelê azadxwaz û demokrasîxwazan bi kar anîn, lê hesab ji Erdogan nexwest. Dema ku mijar dibe Rojava em dibînin ku rêxistinên NY′yê yên têkildarî parastina van pîvanan berjewendiyên xwe bi Tirkiyeyê re pêk tînin û çavê xwe li sûc û qirkirin û guhertina demografî ya li dijî gelan bêdeng dimînin.

Tiştek ji êrişên Erdogan nefilitîn. Zarok, kesên bi temen, binsazî, dibistan û cihên îbadetê hatin hedefkirin. Ne ji gelên bawermendên ramanên demokratîk û buhara gelan bûya û û ne ji sekna gel a li hemberî êrişan a di çarçoveya şerê gel ê şoreşger de bûya, wê Erdogan mîna DAIŞ′ê komkujî li dijî gelan kiriba. Niha jî Erdogan êrişî herêmê dike û hewl dide gelên herêmê qir bike.

-Di 17’ê Cotmehê de Amerîka, Rûsya û Tirkiyeyê lihevkirinek pêk anî. Li gorî lihevkirinê agirbestek hat ragihandin.  Tevî ku hêzên we ji xeta sînor vekişiyan, lê Tirkiyeyê heta niha pabendî wê lihevkirinê nebûye. Gelo di vir de kî berpirsê êrişan e?

Berpirs Rûsya û Amerîka ne,  divê ew pabendî lihevkirinê bin. Erdogan û hikumeta wê rojane bi çekên pêşketî êrişî herêmên me dike û her kesan, pêşeng û berpirsên şoreşê dikin hedef. Em baş dizanin ku bi gotinekê dikarin Tirkiyeyê rawestînin, lê bêdeng in. Gelê me bi hêza xwe ya rêxistinkirî li ber xwe dide û xwe naspêre hêzên li gorî berjewendiyên xwe kar dikin.

-Dewleta Tirk ji destpêka Cotmehê de êrişên giran pêk tîne. Wê bersiva we çawa be, hûn rewşa leşkerî ya niha çawa dinirxînin, divê gelên herêmê çi bikin?

Bêguman dewleta Tirk a dagirker ji destpêka 2020’an ve anku piştî têkçûna DAIŞ’ê ketiye şerekî nû û giran. Erdogan ne ji bo avakirina desthilata xwe tenê kar dike, lê belê pirsgirêkên xwe yên navxweyî derdixe derve. Her wiha hewl dide parçeyên nû yên xaka Sûriyeyê dagir bike û artêşa çeteyan ava bike. Îro her kes dizane ku Erdogan di tevahî qadan de îlfas kiriye û ji bo xwe li ser lingan bihêle şer bike. Ji ber vê yekê êrişê gelê Kurdistanê û şoreşa wê dike.

Bêguman bersivdayîn û têkbirina van êrişan ne biryareke nû ye. Piştî êrişên li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, Rêveberiya Xweser û saziyên wê erkê parastina xwe hilda ser milê xwe. Gelê me xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin kiriye. Hêzên me QSD′ê ya beşek ji gelên vê herêmê ye xwe bi rêxistin kiriye û li hemberî êrişan tedbîr girtine. Em dizanin ku hevsengiyeke leşekrî di navbera hêzên me û yên dewleta Tirk a dagirker de tune ye. Tirkiye çekên nûjen, çekên NOT û çekên Rûsyayê bi kar tîne, lê hêzên me xwedî îradeyeke rêxistinkirî ye, gelê me bi şerê gelê şoreşgerî bawer e  û ji bo avakirina civakeke demokratîk û Sûriyeke azad kar dike.

Em dibînin tevahî êrişên dewleta Tirk a dagirker dikevin çaçroveya sûcên şer û nakevin çarçoveya şerekî adilane. Ev şer derveyî pîvan û peymanên navneteweyî ne. Îro binsaizya herêmê, navendên xizmetguzariyê û yên giştî dike hedef, dixwaze gelên herêmê birçî bike û teslîm bigire. Lê gelên me rêxistinkirî ye û bi hêzên xwe re ye ku di erka xwe ya leşekrî de bi israr e.

-Gelo tu planên wê yên dîplomasî û leşkerî ji bo rizgarkirina deverên dagirkirî  hene?

Bêguman bajarên dagirkirê divê bên rizgarkirin. Rizgarkirina herêmên dagirkirî, bi taybetî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî armanca pêşîn a hêzên me ye. Ev herêm di encama siyasetên qirêj û sûcên şer de hatine dagirkirin.

Em bi îsrar rizgarkirina wan bajaran ji bo xwe armanceke sereke dibînin û dê ji rejîma faşîst a Erdogan re nemîne.

(mh/bb)

ANHA