Mezlûm Ebdî: Dewleta Tirk ji bo êriş Rojava bike li hicetan digere

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bersiva daxuyaniya dewleta Tirk ya têkildarî çalakiya fedaî ya li Enqereyê ku Rojava hedef nîşan da, da.

Mezlûm Ebdî: Dewleta Tirk ji bo êriş Rojava bike li hicetan digere
4 cotmeh, 2023   17:09

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, li ser hesaba xwe ya fermî yê X’ê bi peyamekê bersiva daxuyaniya dewleta Tirk ya têkildarî çalakiya fedaî ya li Enqereyê hatî kirin da ku tê de Rojava hedef digire.

Peyama Mezlûm Ebdî wiha ye;

“Yên ku êrişa li Enqereyê kirin, weke ku rayedarên dewleta Tirk îdîa dikin di herêmên me re derbas nebûne. Em ne alîgirê pevçûnên navxweyî yên Tirkiyeyê ne û em teşwîqî zêdebûna van pevçûnan jî nakin. Lêgerîna Tirkiyeyê ya li hincetên ji bo rewakirina êrîşên xwe yên berdewam yên li ser herêmên me û destpêkirina êrîşeke leşkerî ya nû, nîgeraniya me ya kûr zêdetir dike.

Armanckirina jêrxane û çavkaniyên aborî yên herêmê û bajarên niştecihbûyî tawaneke şer e û me berê jî ev yek dîtibû. Ji ber vê yekê em bang li aliyên garantor û civaka navnetewî dikin ku li hember van metirsiyên dubare helwestên guncaw werbigirin û aramî û aştiyê li herêmê misoger bikin.”

(şx)