Jinan Nagîhan li ser gora wê ew bîr anîn

Heval û xizmên rojnamevan û nivîskar Nagîhan Akarsel di yekemîn salvegera qetilkirina wê del li ser gora wê ew bi bîr anîn. Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Adalet Kaya di bîranînê de axivî û got, “Em ê têkoşîna Nagîhanê bidomînin.

Jinan Nagîhan li ser gora wê ew bîr anîn
4 cotmeh 2023   13:43

Rojnamevan û akademîsyen Nagihan Akarsel, endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineoloji, di 4’ê Cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin. Bi minasebeta yekemîn salvegera qetilkirina Nagihanê, parlamenterên Partiy Çep a Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), kovara Jineoloji, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) gelek jin ji bo serdana gora wê ya li gundê Golyazi yê Konyayê bi rê ketin. 

Jinên ji bo rojnameger û nivîskar Nagîhan Akarsel li ser gora wê bi bîr bînin derketin rê li ketina gundê Golyaziyê hatin astengkirin. Jinan piştî astengî derbas kirin çûn mala Nagihan a li gund û tevli mewlûdê bûn. Piştî mewludê girseya jinan çû goristanê û li ser gorê Nagihanê bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” bi bîr anîn. 

'NAGIHAN JI ME RE RÊBAZÊN BERXWEDANÊ VEGOT’

Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Adalet Kaya piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane axivî û diyar kir ku ew ê jin têkoşîna xwe li ser rêya ku Nagihan ronî kiriye bidomînin. Edaletê wiha dewam kir, “Bi kesayeta xwe  û nêzîkatiya xwe ya aram, her tim ji me re bahsa rêbazên berxwednê dikir. Em di yekemîn salvegera qetilkirina Nagihan de li vir in. Bi her gotina ku bi me û hemû hevalên me yên jin re parve kir, berxwedana xwe anî ziman. Li hemberî vî şerê, cîhana serdest a mêr û polîtîkayên şîdetê xwedî perspektîf bû. Ji bo me hemûyan pir taybet bû. Ew di baweriya ku çîroka her jinê pir bi qîmet e de bû." 

Edaletê diyar kir ku kiryarên komkujiyê hîna li derv en û wiha dewam kir, "Ji ber ku Nagîhanê li bajarê Sîlêmanî li pirtûkxaneya jinan dixebitî bi awayekî gelek hovane hat qetilkirin û tevî ku salek di ser qetilkirina wê re derbas bûye li gel ku kiryar û kesên li pişt wan diyarin jî tu tişt nehatiye kirin. Lê em ê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin û di rêya ronî ya ku Nagihan ji me re vekiriye re bimeşin. Ji bo jinên hemû cîhanê windahiyeke mezin e, lê em dizanin ku felsefeya ku ji aliyê Nagihan ve hatiye pêşxistin  hem rojnamevaniya jinê hem jî çîrokên jinan dê ji bo me bibin û veguherin pirtûkxane.  Em ji ber wendakirina hevaleke pir bi qîmet xemgîn in, lê em ê têkoşîna wê mezin bikin û bi felsefeya 'Jin Jîyan Azadî' têkoşîna xwe ya li dijî pergala serdest a mêr mezin bikin."